BDP Kurdî/Kurmancî

Tobias Dreizler

Referent für Internationales

Tobias.Dreizler [at] bdp.org (Tobias.Dreizler[at]bdp.org)

Tel.: 0049 69 904 305-08

 

BDP? ... çi? ... ew çîye?

Yekitiya Şopgerên Alman (BDP) sayizeke ciwanan ya serbixwe, vekirî û demokratîk e, ku ji bo tevlibûna civakî û serbixwetiya zarok û ciwanan têdikoşe.

BDP ji dema damezirandina sala 1948an ve her pêş dikeve û li gorî nexşerêyeke çandî bûye saziyeke zarok û ciwanên pêşbîn û rexnegir. Li aliyên din jî girîngiya bo şopgeriyê tu car kêm nekir – ev sazî di xweza, civak, çand, dîrok, înternet û hemû qadên zarok û ciwan lê cihê xwe digire.

BDP peywirdariya civakî, siyasî û çandî pêş dixe, bi cih tîne û piştgirî did; em jî peywendî û dahatûya zarok û ciwanan nas dikin, qebûl û temsîl dikin û bi vê yekê re jî guftugoyeke civakî digihijînin asteke bilindtir.

BDP di gelek projeyên curbicur de xebatan dimeçîne: çend xebatên em dikin ev in, ger, çalakiyên dema vala, bihevguherandina ciwan û pisporan ya navneteweyî, perwerdehiyên piralî, mala sêwî û zarokan, komên zarok û ciwanan, navendên ciwanan, kafeyên ciwanan, qadên zanistê, xebatên jin û keçan, qadên xwendekarên dibistanê, qadên kelecanê, projeyên perwerdehiyê, projeyên şano û sîrkê, lênêrtin û xizmeta bo şopgeran, çavlênêriya rawestgeha şopgeran, projeyên malên bo astengan û projeyan entegrasyonê.

Her çiqas xebat û projeyên em pêk tînin ji hev cuda bin jî armanca me tevan yek e û em ji bo heman armancê têdikoşin, ku çend ji wan ev in:

Perwerdehiya Navçandî

BDP girîngiyeke taybet dide hem bihevguherandina ciwan û pisporan ya navneteweyî û perwerdehiya piralî û pir rengî, hem jî xebata rojane ya bi zarok û ciwanan re û perwerdehiya navçanî û dijneteweperestî. Fêrbûna navçandî guftugo û hûrbûna li gel cudahiyan pêş dixe û hîseke baş dixe nav têkiliya krîtîk ya bi pêşbînî û ramanên cuda.

Perwerehiya Siyasî

Perwerehiya Siyasî di BDPê de tê wateya ronîkirina têkiliyên civakî û sedemên dîrokî û sosyal. Armanca vê pêderxistina têkiliyên di rewşa siyasî û civakî de û xurtkirina saziyên demokratîk e. Perwerdehiya siyasî hêz dide karîna encamstandina zarok û ciwanan û nêrîneke rexnegir ya li ser têkiliyên hêzdariyê, aktorên civakî û enstîtuyan pêk tîne.

Perwerdehiya Çandî û Estetîk

Projeyên tîyatro û sîrkê, projeyên çandî yên BDPê afirînerî, perwerdehiya estetîkî karîna xwe îfadekirina hunerî ya zarok û ciwanan pêş dixin. Bêyî ku mirov pêwîstiyên hîsî û laşî li ber çav bigire, ew di çarçoweya kanîna xwe ya xweser de alîkarî digirin û piştgirî distînin, da ku ramanên wan pêk werin. Ji bo zarok û ciwan ceribandina tiştên nû tê pêşkêşkirin û bi vê yekê re zîrekiyên wan yên nedîtî diyar dibin.

Înklusiyon, Entegrasyon û Têkiliyên

Armanca xebata me ew e, ku civaka me saziyên wisa ava bike, ku her kes bikaribe jê wekhev sûdê bibigre – bêyî ku ew li gorî 'qanûnên' taybet tevbigerin. Di dema me ya niha de 'Normal' tê wateya cudahiya mirovan û pirengiya jiyana wan. Bingeha xebata BDPê ew e, ku li dijî newekhevî û tundiya jiyana rojane ya civakî, wekheviyê ava bike ji bo mirovan – bo nîmûne bo mirovên ji welatên cuda, zayend, nasnameya zayendî û mirovên bi û bê bertek.

Perwerdehiya Ekolojîk

Cîhannasî xwedî ciheke girîng e di karên BDPê de. Ev sazî di xwezayê de serpêhatî, lîstik û pêşketineke curbecur, bi kelecan û rengîn pêşkêşî zarok û ciwanan dike, ku xweza cihê nasîna wê û xweparêziyê ye. Em xizmeta civatekê dikin, ku armanca wê ne tenê lêkolîna xweşiya xwezayê, lê her wisa guncavkirin û parastina mijarên ekolojîk e, ango ku em bi botên çiyê, kanoyan û biskîlêt û pêxwas li cîhanê digerin.

Yekitiya Şopgerên Alman (BDP) saziyeke ciwanan ya serbixwe, demokratîk û navçandî ye. Di vê saziyê de xebatên ciwanan di çarçiweyeke rengîn û piralî de pêk tên.

BDP her wisa di karên navnetewiyê de çalak e: Li her çar aliyên cîhanê bi gelek şirîkan re bernameyên hevnasîn û bihevguherandina ciwananpêk tîne. Eger hûn bixwazin BDPê çêtir nas bikin yan jî pê re civînên navneteweyî li dar bixin, her ser malpera me www.bdp.org û bi me re bikevin têkiliyê!